25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Navendeke pizîşkî bo Penaberan Rojava hate vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Tevgera Pizîşkên sînornenas ya Frensî navendeke nûjdarî bo Penaberên Rojavayê Kurdistanê vekir.

 Duho 8/1/2014 heyeteke tevgera Pizîşkên sînornenas ya Frensî serdana kempa Penaberên Rojavayê Kurdistanê ya Kewirguskê kir û ji nêz ve rewşa wan şopand.

 Piştî serdana meydanî ya bo kempa han, heyeta Frensî ligel berpirsên karûbarên saziyên medenî ya peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê re civiya.

 Di civînê de hevdem ligel nirxandina rewşa wan Penaberan, heyeta Frensî eşkere kir ku wê navendeke nûjdarî li kempa Kewirgusk bo wan Penaberan vedike.

Nûçeyên têkildar