26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dadgeha Bilind 10 sal sizaya Leyla Zana betal kir

Çavkanî: KDP.info

Bakurê-KDP.info/ Dadgeha Bilind, 10 sal sizaya hepsê ya Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana ya ku ji ber 9 axaftinên wê yên cur bi cur û di demên cihê de kiribû betal kir.

Duh çarşema 8/1/2014, 5emîn Dadgeha Sizaya Giran a Amedê  ji ber 9 axaftinên wê yên cur bi cur û di demên cihê de bi hinceta "tevgerên bersûcê bi tevahî digihije endamtiya PKKê" der barê Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana de 10 sal sizaya hepsê dabû. Dadgeha Bilind ev ceza betal kir.

Her wiha 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ji ber "parastina  kêm a bersûc" biryara ku 5emîn Dadgeha Sizaya Giran a Amedê di 4ê kanûna pêşîn ya 2008an de ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" dabû betal kir.

 

Li ser vê yekê dozê ji nû ve dest pê kir û Dadgeha Bilind cezaya Leyla Zana ya ku bi hinceta " tevgerên bersûcê bi tevahî digihije endamtiya PKKê" jî betal kir û dosyeya dozê şand 5emîn Dadgeha Sizaya Giran a Amedê.

Nûçeyên têkildar