CNN: Hewlêr, Siwîsra Rojhilata Navîn e

Ajans-KDP.info/ Televizyona CNN a Emerîkî raporteke taybet li ser bajarê Hewlêrê belav kiriye û têde tê gotin; ‘’Hewlêr, Siwîsra Rojhilata Navîn e.’‘ Raport balê dikşîne ser pêşketin avadankirina Hewlêrê bi taybetî di van çend salên dawî de.
Li gor raportê, 200 metreqare ye, di 2010’ê de her metreyek bi 350 dolaran hatiye firotin, lê di 2013’ê de heman cih her metreyek bûye 1250 dolar, wate di sê salan de nirx sê beramber zêde bûye.
Di raportê de behsa wê yekê tê kirin ku di şeş salên borî de 20 milyar dolar sermaye ya biyanî li Kurdistanê hatiye kirin û niha nêzêka 2 hezar şirket li Herêma Kurdistanê kar dikin.




