26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wêrankirina Seyîd Sadiq û Pişder wek jenosaîd hat naskirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ Dadgeha bilind ya Iraqê ragehand ku her do dosyeyên Seyid Sadiq û Pişderê weke genuside qebûl kiriye.

 

Di wê derbarê de wezîrê karûbarên Şehîd û enfalên Kurdistan Aram Ehmed ragehand ku, duh dadgeha bilind ya Iraqê derbarê her du dosyeyên weguhastina Şîniyên Seyid Sadiq û Pişder ji aliyê rejîma Besê ve biryara xwe eşkere kiriye.

 

Aram Ehmed eşkere kir ku, dadgeh biryar daye ku ew her du dosyeyên han jî weke genuside li dijî gelê Kurd qebûl kiriye.

 

Ehmed di beşeke din ji axaftinên xwe de biryara han ya dadgeha bilind ya tawana a Îraqê bi biryareke girîng wesif kir û got: Li gorî biryara dadgeha bilind ya tawanan a Iraqê Şîniyên wan her du deveran jî dikarin daxwaza qerebûkirinê ji hikûmeta Iraqê bikin.

 

Nûçeyên têkildar