26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

25 milyar dolar li Hewlêrê hatine serfkirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Di hundirê 8 salên borî de 25 milyar dolar ji bo geşepêdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdisanê hatine serfkirin.

 Di hevpeyvînekê de ligel malpera Marcopolos ku malpereke taybet bi bazirganî û aborî ye, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî got: "Di plana hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye ku pereyên zêdetir li bingehdanîna jêrxana Hewlêrê serf bike." 

 Newzad Hadî wiha axifî: "Li gor wê butçeya ku me danîbû 7 milyar dolar li warên bînasazî û jêrxana aborî ya bajarê Hewlêrê hatiye xerckirin. Herwiha 18 milyar dolar di navbera salên 2004-2012’an de li geşepêdana Hewlêrê hatine serfkirin."

 Parêzgarê Hewlêrê wiha dibêje: "Bajarê Hewlêrê niha bûye navendeke bazirganî ya girîng. Ne tenê li Kurdistanê lê li Iraqê jî, hinek caran wek paytextê aborî yê İraqê tê binav kirin. Herwiha îsal di çarçoveya hilbijartin Hewlêrê wek paytexta geştyarî ya welatên Erebî de çendîn projeyên din tên cîbicîhkirin." Basnews

Nûçeyên têkildar