26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nefta Kurdistanê digihîje bazarên cîhanê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Şandina nefta xaw a Herêma Kurdistanê berev Tirkiyeyê dest pê kiriye, lê bi bêyî razîbûna hikûmeta navendî ya Iraqê hinardeyê welatên cîhanê nahê kirin.

 Li gor raporteke rojnameya Today Zaman a Tirkiyeyê, Taner Yildiz wezîrê wuzeya Tirkiyeyê aşkira kiriye, ku nefta Kurdistanê dê li wêstgeha Ceyhanê bihê embarkirin û hêvîdare  jî ku heta dawîya evê heyvê li ser evê mijarê li gel hikûmeta Bexdadê bigihîjine rêkevtinekê.

 Yildiz herwisa gotiye: " hatina nefta xaw bo Tirkiyeyê ji Iraqê ve dest pê bûye û dê li wêstegeha Ceyhanê de bihê hilgirtin û heta Bexdad razî nebe, berev bazarên cîhanî nahê şandin."

 Hikûmeta Iraqê ji ewê yekê acize ku Tirkiye bo hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê berev Tirkiye û bazarên cîhanê, bi bêyî rezamendîya Bexdadê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Hewlêrê rêkevtin îmza kiriye.

 Li gel nerazîbûnên Bexdadê, her du hikûmetên Herêma Kurdistan û Tirkiye û berpirsên pile bilindên Kurdistanî û Tirkiyeyî tekez li ser berdewamîyta rêkevtinnameyên hevbeş ên di buwarê neft û gazê de kirine.

Nûçeyên têkildar