Zimanê Kurdî bû duyem zimanê fermî yê Iraqê

Bexda-KDP.info/ Encûmena nûneran a Iraqê di rûniştina duh sêşema 7/1/2014`an deng li ser projeyasaya zimanê fermî yê welat ( zimanê Kurdî û Erebî) bi du zimanên fermî yê welat destnîşan kir.
Li gor yasayê her du zimanê Kurdî û Erebî bi du zimanên fermî yê welat di gotar û karbarên fermî yên welêt û fermangehan tên naskirin, her weha zimanê Tirkmanî û Suryanî jî bi du zimanên fermî li navçeyên wan kar pê tê kirin ku piraniya şêniyên wê Tirkmen yan jî Suryan bin.
Lijneya rewşenbîrî û ragihandina encûmena nûneran a Iraqê duh bi fermî zimanê welat li Iraqê destnîşan kir.




