26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ebdulhekîm Beşar bo postê cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî hat hilbijartin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, Ehmed Asî El-Cerba careke din bo postê serokayetiya hevpeymaniyê hilbijart û Ebdulhekîm Beşar bo postê cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê hat hilbijartin

 Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê li Stenbolê civiya û hevpeymaniyê El-Cerba careke din û ji bo 6 mehan bo postê serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê hat hilbijartin. El-Cerba karî bi piraniya 59 dengan beramber Riyad Hicab, serokwezîrê berê yê rejîma Sûriyê ku di Tebaxa 2012’an ji rejîmê cuda bûbû û ji Sûriyê reviyabû, bidest bixe.

 Herwiha di civîna Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê de Farûq Teyfûr, Ebdulhekîm Beşar (Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê – El-Partî) û Nûra El-Emîr jî wek cîgirên El-Cerba hatin hilbijartin.

 

Nûçeyên têkildar