Baydemîr bû namzedê BDPê yê Şaredariya Rihayê

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Şaredarê Diyar Bekir Osman Baydemîr, di hilbijartinên herêmî yên îsal ên Tirkiyê de wek namzedê BDPê yê şaredariya bajarê Rihayê tevlî hilbijartinan bibe.
Li gorî DÎHAyê, mijara namzediya Baydemîr bo şaredariya Rihayê hatiye misogerkirin û piştrastkirin, çimkî tê pêşbînîkirin ku BDPê di demek nêzîk de vê yekê bi fermî eşkere bike.
Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê dê di 30ê Adara îsal bên encamdan.
Li gorî pîvanên BDPê, Osman Baydemîr nikare bo cara sêyemîn bibe namzedê şaredariya Diyar Bekir ji ber ku ev du xul in şaredarê Amedê ye




