26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Putîn: Em ê nexşeya Rojhilata Navîn biguherin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Serokê Rûsya Viladimir Putîn Erebistana Siûdiyê tawanbar dike ku piştevaniya terorîstan dike û gefa ku ewê li beramberî wê derbeyekî leşkerî ya tund lê bixe û ew bersiv dê weha be ku nexşeya rojhilata navîn biguhere.

Li hemberî raporta dawîn a derbarê rûdanên Volgogradê, serokê Rûsya Putin ragihand ku: Divê Hikûmeta Siûdiyê baca kiryarên xwe di piştevanîkirina terorîstan û hewlên wan bo têkdana asayîşa Rûsyayê bide.

Bi gotina Serokê Rûsya Viladimir Putîn, destê hikûmeta Siûdiyê di teqîna Volgogradêp de heye û got: Di demek nêzîk de emê bersiva wan kesan bidin ku dixwazin seqamgîrî û asayîşa welatê me têk didin.

Viladimir Putin bal kişand ser teqînên li Êraq û Sûriyê û Libnan û Rûsyayê û got: Weha bi hêsanî bi ser wan re derbas nabe… bersiva Rûsyayê wê weha be ku nexşeya rojhilata navîn biguhere.

Nûçeyên têkildar