26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li ser fermana serokwezîr komîteyek taybet diçe Seyîd Sadiq

Çavkanî: KDP.info

Li ser fermana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê şandeyeke hikûmeta Kurdistanê ku, ji du wezîrên peywendîdar û waliyê Silêmaniyê pêkt dê îro roja şemiyê serdana bajarê Seyîd Sadiq bike daku ji nêzîk haydarî rewşa wî bajarî bibe.

 Dilşad Şehab wezîrê şaredarî û tûrîzmê di daxuyaniyekê de got ku, li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê, ji bona lêkolînê li ser rewşa bajarê Seyîd Sadi û cîbicîkirina daxwazên xwepîşanderan şandeyeke îdarî serdana wî bajarî dike.

 Şandeya îdarî ji Dilşad Şehab wezîrê şaredarî û tûrîzmê, Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkirinê û Behroz heme salih waliyê Silêmaniyê pêk tê.

 Weke tê zanîn roja pêncçemiya borî xelkê bajarê Seyîd Sadiq ji ber nebûna xizmetgozariyan xwepîşandan kir û di encamê wê xwepîşandanê de kesekî janê xwe ji dest da.

 

Şehab got ku, serokê hikûmetê ji ber rewşa bajêrê Seyîd Sadiq dilgirane daxwaz kiriye bi zûtirîn dem rewşa bajêr aram bibe û hemû kêmasî jê bênçareser kirin.

Nûçeyên têkildar