26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Guardian: Beşar El-Esed birîndare û ber bi Laziqîyê ve revîya ye

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya Guardian belav kir ku Beşar El-Esed serokê Sûrîya komara Sûrîya di encama teqîna roja çarşemê ya bargeha Asayîşa Neteweya li Dîmeşqê paytexta Sûrîya birîndar bû û jina xwe Esma ber bi Rûssîya ve şandîya.

Li gorî evê rojnameyê, ku piştî birîndar bûna Beşar El-Esed bi firrokeyê ber bi bajêrê Laziqîye ve hat veguhaztin.

Heta niha ti jêderekê fermî ev nûçeya han piştrast nekirîye, ji bilî serokê fermandeya Supayê Azad Rîyaz Esed nebe, ku wî di page xwe de li ser Twitter belav kirîye ku tê de gotîye, Beşar El-Esed birîndere û ji Dîmeşqê ve ber bi Laziqîyê ve revîye.

Ji alîyekê din ve verpirsên Koşka Sipî ya Amerîka ragihandin ku ti zanyarîya wan li ser evê mijarê nîne.

 

Nûçeyên têkildar