26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeka NY seredana mezara nemiran li Barzan kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî şandeka Neteweyên Yekbûyî NY li herêma Kurdistanê bi serokatîya Soko Kondî berpirsê nivîsgeha NY li herêma Kurdistanê û D. Dîndar Zêbarî cihgirê berpirsê fermangeha pêwendîyên derveyê hukûmeta herêma Kurdistanê seredana mezara nemiran kirin û ji alîyê Xelat Barzanî nûnerê serok Barzanî hatin pêşwazî kirin.

Piştî dana gulan û xwendina soreta Elfatîha, serokê evê şandîyê gotarek pêşkeş kir û xweşhalîya xwe ji bo evê seredanê da nîşandan û herweha behsa xebat û rêbaza Barzanîyê nemir kir.

Nûçeyên têkildar