26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterên BDP-ê hatin berdan

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Dadgeha pêncê ya cezayê giran ya li Diyarbekirê îro biryar da ko parlamenterên girtî yên BDP-ê Gulser Yildirim (Mêrdîn) û Ibrahim Ayhan (Ruha) bên serbest kirin.

Gulser Yildirim ji 15-ê sibata 2010-ê ve bi tawana ”endambûna rêxistina terorê” li Mêrdînê di zîndanê de bû. Ibrahim Ayhan ji pêncê çiriya-pêşiyê sala 2010-ê ve bi tawana ”endambûna rêxistina terorê ya çekdar” li Diyarbekirê di zîndanê de bû.

Gulser Yildirim û Ibrahim Ayhan di çarçeweya operasyonên hêzên dewletê yên li dijî KCK-ê de hatin girtin.

Berpirsên PKK-ê operasyonên li dijî KCK-ê wekî planeka terefdarên cemaeta Gulen yên di nêv polîsên Tirkiyeyê de hesab dikin û hêvî dikin ko piştî gurbûna şerê di nêvbera cemaeta Gulen û AKP-ê de hevalên wan bên berdan.

Nûçeyên têkildar