26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ragihandina hevpişka herdu polîtburoya KDP û YNK

Çavkanî: KDP.info

Bi serpereştîya cenabê serok Mesûd Barzanî kombûna hevpişka herdu polîtburoya KDP û YNK hat encamdan û gelek mijar tê de hatin guft û go kirin.

Di mijara yekema kombûnê de, basa livên serbazîyên hukûmeta federal a Iraqê li deverên dabirandîyên Kurdistanê û oprasîyonên derxistina Kurdan ji çend cih û deverên parêzgeha Dîyala û çend cihên din hat kirin. Herwisa basa anîna ewan Ereban bo deverên Kurdistanî jî hate kirin ku pêştir rejîma Beis di çarçêweya siyaseta guhertina Dîmografiya Kurdistanê û Erebandinê de bo cihên Kurdan anîbûn.

Di mijara duyem a kombûna îro de, bi têrî û berfirehî basa rewşa navxweyîya herêma Kurdistanê û peywendîyên du qololî û rêkevtina stratejîk a navbera PDK û YNK hat kirin û tekezî li ser yekrêzîya naw mala Kurdî li gel hemû alîyan hate kirin, çi ewên ku di hukûmetê de beşdarin û yan jî ewên ku opozisiyonin. Di kombûnê de tekezî li ser ewê çendê hate kirin, ku parastina yekrêzîya naw mala Kurdî erkeke niştîmanî û netewayetîya qonaxa niha ye û herwisa pêkvebûn û tebayî daxwaza cemawerê Kurdistanê ye û hevîna serkevtinê û pêşkevtina Kurdistanê ji her alîyekê ve ye.

Di mijara sêyem a kombûnê jî de, her du alîyan  guftûgo li ser rewşa Iraqê û prosesa siyasîya Iraqê hat kirin û her du alîyan rewşa niha û prosesa siyasî nirxandin. PDK û YNK di evê kombûnê de tekezî li ser yek helwsêtîya Kurd li hember alozî û qeyrana niha ya li Iraqê kirin û dane xuyakirin, ku ew gişt alîyên beşdar di prosesa siyasîya Iraqê de li hember rewşa niha bi berpirsyar dizanin û gişt alî bo derabasbûn ji ewê qeyrana niha bi şêweyeke aştîyane û demokratîk û di çarçêweya destûra Iraqê de berpirsin. Her du alîyan ji ber ewê yekê tekezî li ser dostatîya li gel hevpeymanên Kurd kirin.

Di dawîya kombûnê jî de her du polîtboruyên PDK û YNK bi pêywîst dan zanîn, ku hukûmeta herêma Kurdistanê di pêşkêşkirina xizmetguzarîyan bi xelkê Kurdistanê û deverên dabirandîyên Kurdistanê berdewam be û rewşa jîyana hevwelatîyên Kurdistanê ji her alîyekê ve baştir bike. Herwisa tekezî li s er ewê çendê jî hate kriin, ku pêywsîte hukûmeta herêmê girîngîyeke tewaw bi asta jîyan û bijîwa kesûkarên şehîdan û enfalkirîyan û heja rû kêm derametan bide.

 


Polîtburoya                                                                                                         polîtburoya
Yekîtîya Niştimanîya Kurdistan                                                                Partîya Demokrata Kurdistan
                                                          18/07/2012



 

Nûçeyên têkildar