David Cameron: pêdivîye Beşar El-Esed dest ji desthilatê berde

David Cameron serokê wezîrên Brîtanîya ragihand, ku pêdivîye Beşar El-Esed dest ji desthilatê berde û rejîma Sûrîya bihê guhartin da ku şer navxwe li Sûrîya nehê encamdan.
Di evê derbarê de li gorî ajansa Reuters David Cameron got, ez peyamekê eşkere ji bo Beşar El-Esed dişînim ewe jî dema çûna wî hatîye û heger dest ji desthilatê nekşîne dê şerekî navxwe mezin bihê encamdan.
Ji alîyekî din ve piştî mirina serkirdeyên rejîmê tundûtûjî û rêjeya kuştinê zêde bû û hejmara kuştiyên duhî gihişt 200 kes.
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî, 200 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, 100 ji wan di komkujiyekê de di dema rakirina cenazeyekê li bajaroka Sit Zêneb li başûrê Şamê hatine kuştin.
Hevdem li Şama paytext piştî teqîna duhî ku stûnên rejîma el-Esed kiribû armanc şerên tund di navbera artêşa rejîmê û Artêşa Azad de rû dan û ta niha berdewam in, lewma qurbaniyên pir li Şamê ne.
Wek tê xuyakirin ku li gor raportên rêxistinên mafê mirovan ku ji destpêka şoreşa Sûrîya bi sedan kes hatine kuştin.




