Serokayetiya Herêma Kurdistanê destxweşiyê li Encûmena Wezîrên Iraqa Federal kir

Piştî wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 25.12.2013 proje yasaya bi parêzgehkirina Helebçeyê Şehîd bi fermî radestî Serokê Encûmena Wezîrên Iraqa Federal kir, roja 31 kanûna yekema 2013, Encûmena Wezîrên Iraqê proje yasaya bi parêzgehbûna Helebçeyê Şehîd pejirand. Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê destxweşiyê li Encûmena Wezîrên Iraqa Federal dikin ji bo pejirandina wê projeya Herêma Kurdistanê û çavê me li wê ye Encûmena Nûnerên Iraqê jî bi zûtirîn demî wê proje yasayê bipejirîne.
Daxwaz li hemû fraksiyonên Encûmena Nûnerên Iraqê dikin her wekî çawa rola xwe ya niştîmanî li nasandina enfal û kîmyabarana Helebçe wekî tawana jenosayd de dît, bi heman awayî li pirsa bi parêzgehkirina Helebçe da heman helwestê dûbare bikin û piştevaniya vê daxwaziya rewaya xelkê Helebçe bin.
Ji vir ve daxwaz ji hemû Parlementerên Fraksiyonê Kurdistaniyan dikin bê cûdahî, şanda hevbeş dirust bikin û wekî yek tîma Kurdistanî, ji bo mîsogerkirina piştevaniya yasayê, li gel hemû fraksiyonên Encûmena Nûnerên Iraqê kombibin.
Helebçeya Şehîd bûye hêmaya qurbanîdanê û mafê wê li ser Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê heye, ji bo wê yekê hêvîdarîn endamên Encûmena Nûnerên Iraqê li asta wê baweriyê da bin ku xelkê ezîzê Helebçe ji bo wan kirine û bi dengê xwe û bi dilxweşiya xelkê Kurdistanê bi giştî û Helebçeyê Şehîd bi taybetî beşdar bibin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
02.01.2014




