26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Independent: Di 2013’ê de tenê Kurd serkeftî bûn

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya Independent a Ingilîzî di peydeçûneke rojnamevanî bo gelên serkeftî yên Rojhilata Navîn di 2013’ê de, radighîne ku tenê Kurd di sala 2013’ê de serkeftî bûn.

 Rojnameya navbirî balê dikşîne ser bûyerên Rojhilata Navîn û Behara Erebî di 2013’ê de û navê çend gel û neteweyan tîne û behsa bûyerên wan ên nexweş dike. Herwiha diyar dike ku di sala 2013’ê de li Rojhilata Navîn tenê neteweya Kurd serkeftî bûye ku têde pirsa xwe pêşxistine.

 

Di raporta rojnameya Independent de wiha tê gotin: "Gelê Kurd zêdeyî 30 milyon kes in û beşeke wan dewleteke wek dewleta serbixwe li Iraqê ji xwe re pêkanîne, herwiha di 2013’ê de li Sûriyê jî bûne mînaka aştîxwazî û  têgehiştinê."

 

Di beşekî din ê raportê de tê tekez kirin ku li navçeyê gelê Kurd beşek in ji biryarder û çareseriyê. Basnews

 

Nûçeyên têkildar