44 parlamenterên Iraqê dest ji kar berdan

Ajans-KDP.info/ 44 parlamenterên iraqî wek nerazîbûna li hember êrişa hêzên artêşa Iraqê li dijî xwepêşandana bajarê Romadî, dest ji kar berdan.
44 parlamenterên Iraqê ji lîsteya Mutehidûn ku hemû sunnî ne, îşev wek nerazîbûna li hember mudaxeleya hêzên ewlehiyê yên Iraqê li dijî xwepêşanderên bajarê Romadî û deverên derdora wê nameyên destjikarberdana xwe radestî serokatiya parlamentoyê kirin.
Piştî ku wezîrê parastinê yê Iraqê gefa mudaxeleya bi darê zorê li xwepêşandana bajarê Romadî yê Iraqê xwar, duh (30.12.2013) çadir û xîvetên xwepêşanderan bi zorê ji aliyê hêzên polîs û artêşa Iraqê ve hat komkirin.
Li gorî agahiyan, ji ber vê di navbera her du aliyan de pevçûn derket ku tê gotin 10 kes di bûyerê de hatine kuştin.




