Peykera Roboskî li Amedê hate danîn

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Li Amedê bi organîzatoriya Şaredariya Kayapinarê peykerek bo Roboskî hate danîn.
Peykera Roboskî bi merasîmekê û bi beşdariya malbatên Roboskiyê li Parka Rojava hat vekirin.
Peyker ji aliyê peykertraş Sûat Yakût ve di hundirê 3 mehan de hat çêkirin. Li ser Peykeriyê navê 34 kesên di komkujiyê de canê xwe ji dest dane, wek temsîliya dayikên Roboskiyê fîgurê jineke ku rûniştiye û destê xwe ber bi ezmanan vekiriye û fuzeyên balafirên şer ên komkujî kirin, cih digirin.
Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmût Dag di destpêka merasîmê de axivî û got di ser komkujiyê re du sal derbas bûne lê belê hê berpirsyar nehatine diyarkirin û darizandin. Dag destnîşan kir ku bi zanebûn hewl tê dayîn ser komkujiyê bê nixumandin.
Piştî çend axaftinan, kevnikê reş ku wek şînê temsîl dike yê li ser bîrdariyê, ji aliyê Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û malbatên Roboskiyê ve hat daxistin.




