25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi pişkdariya nûnerê serok Barzanî rêwiresmek bo yeksaliya wefata Elçî hate sazkirin

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya Evro/ Bi pişkdariya Serbest Lezgîn berpirsê liqê heşt yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û nûnerê serok Barzanî û hevserokên BDP û endamên perlemanê Tirkiyê û gelek siyasetmedar û nûnerên partên siyasî li bajarê Cizîrê rêwiresmek bo saxkirina bîreweriya yeksaliya wefata Şerefedîn Elçî siyasetmedarê navdarê kurd hate saz kirin û peyamên hevxemî û wefadariyê li ser gura navihatî hatine xwandin.


Bi pişkdariya Serbest Lezgîn nûnerê serok Barzanî û hevserokên partiya Aştî û Dîmokirasiyê li bajarî Cizîrê rêwiresmek bo bîreweriya yeksaliya wefata Şerefedîn Elçî siyasetmedarê kurd hate saz kirin û di rê û resmê de çendîn peyv hatine xwandin û nûnerê serok Barzanî peyama serok Barzanî xwand û di peyamê da behsê rolê Şerefedîn Elçî di bizava azadîxwaza kurdî li Bakurê Kurdistanê hate kirin ku di qonaxên gelek zehmet da Elçî berevanî ji mafê gelê kurd kiriye û ji ber hindê jî tûşî gelek zehmetiyan bûye.


Selahedîn Demîrtaş hevserokê partiya Aştî û Dîmokirasiyê jî di peyama xwe de diyar kir ku em niha pitir ji her demekî hest bi vê valahiya siyasî dikin ku piştî wefata Elçî diyar dibe û demê Elçê li nexweşxanê bû me seredana wî kir û Elçî bo min diyar kir herçende ez niha nexweşim û neşêm wek berê xizmeta xelkê xwe bikem lê êdî doza me bûye doza hemû miletê kurd û ez gelek serfirazim ku xebata me ya bi salan dê her gehe encama xwe.


Ehmed Turik endamê perlemanê Tirkiyê jî diyar kir Şerefedîn Elçî xudan rolek gelek mezin bû û gelê kurd li bakurê Kurdistanê û parçên dî yên Kurdistanê çu demekî elçî jibîr naken û evroke pişkdariya hêz û aliyên siyasî di vê rêwiresmê da nîşa didet ku elçê dê herdem di dilê me da be û got: " Şerefedîn elçî qaremanê gelê kurd bû û kurd çu demekî qaremanê xwe jibîr naken û dê herdem bi şanazî ve behsê kar û xebata wî hête kirin, çunku elçî demê wezîrê dewleta Turkiya bû got ez kurdim û ji ber hindê ji karî hate dûrxistin û kevite zîndanê, lê evroke em bi milyonan kurd dibêjin em kurdin eve jî yeke ji berihemên xebata xudê jê razî Şerefedîn Elçî."


Di rê û resmê da ku li gorstana Asirî hate saz kirin alayên Kurdistanê û wêneyên Şerefedîn Elçî û Mela Mistefa Barzanî hatine bilind kirin û bi dirûşimên cuda cuda pişkdarbûyên rêwiresmê wefadariya xwe bo Şerefedîn Elçî diyar kirin.

Nûçeyên têkildar