26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ji bo Sebahat Tuncel 8 sal û 9 meh girtîgeh

Çavkanî: KDP.info

Enqera-KDP.info/ Dadgeha Bilind a Tirkiyê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê bo hevseroka giştî ya Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) ê û Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel erê kir.


Tuncel di 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê de bi tawana piştîvanî û layengiriya PKK dihate darizandin û ji vê dozê girtî dihat hesibandin lê di sala 2007’an de bi sedema ku ji bo parlamenteriyê hatiye hilbijartin, hatbû berdan.


Duh 28.12.2013’an  9’emîn Dadgeha Bilind a Tirkiyê  8 sal û 9 meh cezayê girtîgeha Sebahat Tuncel erê kir. Ji ber ku navbiriyê ji salekî zêdetir ceza girt nikare bibe parlamenter jî.


Di rewşekê de ku biryar bû Tuncel biçe Meclisê û li Lijneya Giştî bê xwendin dê parlamenteriya wê bikeve herwiha dibe ku bikeve girtîgehê jî

Nûçeyên têkildar