26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa PYDê xaleke lihevkirina Hewlêrê pûç dike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Piştî çend rojan ji lihevkirina her du şandeyên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd û Partiya Yekîtiya Demokratîk, PYDê li ser sê xalanên cihê nakokiyê ku yek ji wan xala serbestberdana girtiyên siyasî bû, fermandeyê Giştî yê Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê, ser bi PYDê ve, Ciwan Ibrahîm ragihand ku ti girtiyên siyasî di zîndanên Asayişa wan de tine ne.

 

Ibrahîm ku di kongreyeke çapemeniyê de got girtiyên siyasî di zîndanên asayişê de tune ne û tekez kir ku Asayişa wan ti kes bi sedema bîr û ra yanjî helwesta siyasî ne girtiye, belê ew kesên di zindanên wan de bi sedema têkiliyên wan bi terorîstan re yan jî bi sedema karên nerewa hatine girtin.

 

Lê her yek ji partiya Demokrata kurd (el-Partî) û Partiya Azadiya Kurd, ku du partiyên Encûmena Niştimanî û Yekîtiya Siyasî ya kurd in, tekez dikin ku çendîn kadro û endamên wan hêj di zîndanên dezgehên ewlekariyê yên PYDê de ne.

 

Li gorî Rûdawê sekreterê partiya Azadî Mistefa Cuma ragehandiye ku 17 hevalên wan, di nav de endamekî polîtbîroya siyasî û 5 hevalên (El-Partî), heta niha di zîndanên hêzên Asayişa PYDê de ne û herwiha got tohmetên ku arasteyî wan hatine kirin û dosyeyên wan ji bal asayişê ve çêkirî ne û ew bi ti awayî van tohmetan qebûl nakin.

 

Mistefa Cûma diyar kir ku li gorî lihevkirina dawî li Hewlêrê divabû ku hevalên partiya wan û el-Partî berya serê salê sebest bihatan berdan, lê ev daxuyaniyên fermendeyê Asayişê berûvajî lihevkirinê ne û bi gotina wî ev yek xwevedizîn ji rêkeftinê ye.

 

Nûçeyên têkildar