25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Bakurê Kurdistanê çalakiya bîranîna komkujiya Roboskiyê

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Duyemîn salvegera Komkujiya Roboskî, li piraniya bajêrên bakurê Kurdistanê, bi girseyî hat bibîranîn.

 Ev çend roj in Kurd li her derî li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hem komkujiya Roboskî ya di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de 34 hemwelatî hatin kuştin, bibîrtênin û hem jî daxwaza eşkerekirina kujeran dikin.

 Li gundê Roboskî çalakiya bîranîna komkujiya Roboskiyê hat encamdan û bi hezaran mirov tevlî ve merasîmê bûn.

 Li meydana gundê Roboskî bi navê “Em li Roboskî daraza leşkerî naxwazin” standa îmzeyan ku hat vekirin ligel wê pêşangeheke wêneyan a ji roja 34 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane heta niha hat vekirin.

 Li Diyarbekirê jî, şaxa BDPê ya Diyarbekir, Komelaya Mafên Mirovan (İHD) a Diyarbekir û şaxa Konfederasyona Sendikaya Karmendan a Diyarbekir (KESK) li pêş ‘bîrdariya jiyanê’ a parka Koşuyolu tevlî çalakvanên ‘dayîkên şemiyê’ çalakiyek li darxistin û ew komkujî bibîranîn.

 Herwiha li Enqerê, salvegera bûyerên Roboskîyê bi belgefîlmêkê hate birbîrxistin.

 Belgefîlma bi navê “Roboskî Mon Amour” (Robîskî Evîna Min) li ser rêwîngiya tirk û kurdekî ku dixwazin werin Roboskiyê, disekine.

 Herwiha li Dêrsimê bi boneya salvegera Komkujiya Roboskiyê bi sedan kesên ku li Kolana Hunerê civiyan ta Meydana Seyîd Riza xwepêşandaneke protestoyî saz kirin.

 

Nûçeyên têkildar