25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Washington piştgiriya civîna Nêçîrvan Barzanî û Malikî dike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Washingtonê kêfxweşiya xwe ji civîna roja çarşemê 25.12.2013’an ya di navbera Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de derbirî.
 
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê,  Jen Psaki di daxuyaniyekê de ragihand ku ’Amerîka bi awayekî germ pêşwaziya civîna Barzanî û Malikî dike.’ Herwiha xwest gotûbêjên her du aliyan ji bo xweştirkirina jiyana hevwelatiyên Iraqê berdewam bin.

Psaki wiha axivî: “Washington piştgiriya hemû hewldanên aliyan dike ku bighîjin encameke hevbeş  ji bo  zêdetir hinardekirina petrolê û dabeşkirina dahatên wê bi awayekî wekhev di nava xelkê Iraqê de.”

Psakî axaftina wiha berdewam kir: “Divê hemû alî bi awayekî erênî wan civînan binirxînin û civîn pêngavek e ji bo pêşdebirina peywendiyên her du aliyan.

Nûçeyên têkildar