Mesrûr Barzanî bi wezîrê berê yê derve yê Sirbiyayê re civiya

Mesrûr Barzanî bi Serokê berê yê komeleya netewên yekgirtî û wezîrê berê yê derve yê Sirbiyayê Vuk Jeremic kir.
Di hevdîtineke de ku, berpirsê peywendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî jî têde beşdarbû, heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya lihember hevdîtina xwe ya bi birêz Mesrûr Barzanî re diyar kir.
Vuk di beşeke din ji axaftinên xwe de herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de bi girîng wesif kir.
Wezîrê derve yê berê yê Sirbistanê herwiha hevsozî û piştgîriya xwe bo gelê Kurd diyar kir û got: Gelê Kurd bo bidest xistina mafên xwe yên reva û bidest xistina azadî û demokrasî çendîn pêvajoyên curbicur yên dîrokî derbas kiriye û rastî çendîn terajdî û komkujiyan hatiye, ez bi her awayî piştgîriya xebat û têkoşîna gelê Kurd dikim.
Li hember de jî birêz Mesrûr Barzanî bi xêrhatina heyeta mêwan kir û sipasiya helwesta wezîrê berê yê derve yê Sirbiyayê kir.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de bi awayekî kurt behsa pêvajoyên curbicur yên dîroka xebat û têkoşîna gelê Kurd kir û got; li gorî reva bûna doza gelê Kurd û di encama nebûna çanda demokrasî û bihevre jiyanê di nava pergalên desthilatdar de gelê Kurd rastî terajidiyên curbicur hatiye, niha gelê Kurd di her warî de xebatên bê hempa dimeşîne daku, bikarêbe destkeftên netewî yên niha biparêze û pêngavên girîngtir bo bidest xistina wan mafan bavêje ku, heta niha nehatine bidestxistin.
Di berdewamiya wê hevdîtina han de her du alî bi awayekî berfire behsa rewşa deverê bi giştî, rol û pêngeha Kurdistanê di nava guhertinên bilez yên Rojhilata Navîn de nirxandin.




