25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî duvdaçûnê ji bo pirsa bi parêzgehbûna Helebçeya Şehîd kir

Çavkanî: KDP.info

Roja sêşemê 24/12/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyekî fermî da ji Serokayetiya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ji naveroka wan kar û ‏hengavan bê agahdar kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal bi mebesta parêzgehkirina Helebçeya Şehîd li ber girtiye.

Li vê nameyê da Serok Barzanî girîngiyeke zêdetir li ser Helebçeya Şehîd û bi parêzgehbûna wê dûpat kiriye û tekez jî li ser dabînkirina xizmetguzarî û kêmkirina kêşeyên xelkê şehîdperwerê Helebçe û dewrûbera wê kiriye.

Nûçeyên têkildar