Hêzên rejîmê 2 çalakvanên Tevgera Ciwanên Kurd li Qamişlo girtin

Qamişlo-KDP.info/ Du çalakvanên Tevgera Ciwanên Kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê ve hatin girtin.
Ebdulmecîd Temir Endamê desteya şopandinê ya T.C.K ji KDP.info re ragihand ku hêzên ewlekariya dewletê avêtin ser mala her du çalakvanên Kurd ên bi navê Mihemed û Ebdilhekîm el-Mehmûd û ew girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Mihemed serokê desteya rojhilatê Qamişlo ya Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) e û Ebdilhekîm jî bepirsê ofîsa aborî ya T.C.K ye.
Li gor Ebdulmecîd Temir, 3 otombêlên hêzên ewlekariya dewletê avêtin ser mala her du endamên TCKê li taxa Erbewiye li nava Qamişlo û herwiha dest danîn ser labtop û kel û pelên wan ên taybet.
Temir diyar kir ku, Mihemed û Ebdilhekîm vê dema dawiyê tevlî gelek çalakiyên hawarhatinê bûbûn wek parvekirina xwarinê li ser malbatan û belavkirina pêwîstiyên dibistanan li ser şagirtan.




