26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Destkarkêşana wezîrên Tirk di çapemenîya cîhanê de deng veda

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info/Li Tirkîyê, Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan û Wezîrê karên Hundir Muammer Guler, ji ber ku navên wan di operasyona bertîl û gendelîyê de derbas dibû, dest ji karên xwe yên wezîrîyê kêşan. 

Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan di daxuaniya xwe ya nivîskî de got, "Operasyona di 17'ê Kanûnê de destpê kir, diyare ku li dijî hikûmeta me, partiya me û welatê me pîlaneke qirêj pêkhatîye. Ji bo helweşandinaev lîstika qirêj ku hevalên min ên xebatê û kurê min jî tê de hatin bicihkirin û ji bo eşkere kirina rastiyan ez ji pêde dest ji karê xwe ya Wezîratîya aboriyê dikêşim."

Dest jı kar kêşana wezîrê abûrî Zafer Çaglayan û û wezîrê hundir Muammer Guler, di çapemeniya cîhanê de deng veda. Li dor vê mijarê de Ajansên navdar ên wek Ajansa Frans Prês (AFP), Ajansa Roytêrs (Reuters), BBC û El cezîre, di weşanên xwe de bi awayekî fireh cih dan vê mijarê.

Ajansa Frans Prês (AFP) di weşana xwe de ragehand ku, Li Tirkiyê Wezîre Aboriyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler, ji ber ku di vê qeyranê de cih girtineu ew yek hikumeta Tirkiyê dilgiran dike dest ji kar kêşan.

Ajansa Roytêrs (Reuters) jî ragehand, ji hikumeta Tirkîyêdû wezîr jiber lêpirsina gendelîyê ku hikumet û darazê anîye li hember hev, dest ji kar kêşan.

Herweha BBC jî di weşana xwe de belawkir ku,Ji ber ku kurên Wezîre Aboriyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler di çarçoveya lêpirsina gendelîyê  de hatin girtin, herdu wezîr dest ji karên xwe kêşan.

El Cezîre (Al jazeera) jî belawkir ku, operasyona gendelîyê ku li Tirkiyê kurên sê wezîr û hin karmendên navdar hatin binçavkirin, bû sedema dest ji kar kêşana Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler.

Nûçeyên têkildar