26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tevgera Ciwanên Kurd ji bo vekirina deriyekî sînorî digel Tirkiyê li ser piyan e

Çavkanî: KDP.info

Efrîn-KDP.info/ Çar roj in ku Tevgera Ciwanên Kurd mitîngek li dar xistine ji bo vekirina deriykî sînorî di navbera Efrîn û Tirkiyê de bo derbaskirina alîkariyê ye ji xelkê Rojava re.

 Tirkiyê berî niha soz dabûn ku waliyê Entabê dê di roja çaremîn a mitîngê de were li gel ciwanan biaxive derbarê vekirina deriyekî, lê ti kes nehatiye.

 Endamê Tevgera Ciwanên Kurd T.C.K li Efrînê Şêrwan Mûsa ji KDP.info re ragehand ku, Tirkiyê ji ciwanan xwest in ku konên xwe paşve vegerîn in,ev jî nerazîbûnek di nav beşdar û mêvanan de çêkir. Dîsa Tirkiyê ji ciwanan xwest in ku daxwazên xwe bi nameyekê ji wan re pêşkêş bikin da ku ew ji bo berpirsên hukûmetê pêşkêş bikin.

 Herwiha Mûsa diyar kir ku gundiyan jî li gel Tevgera Ciwanên Kurd protesto kirin û piraniya şêniyê gundê Meydana beşdar bibûn û gotina xwe gotin.

 Endamê T.C.K Li Efrînê got: " pirotestoya Tevgera Ciwanên Kurd berdewame û ket rojan 4an û dê ev pirotesteya han berdewam bike heya derî tê vekirin."


 

Nûçeyên têkildar