26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Deriyên wezareta darayî bo xelkê bakurê Kurdistanê vekirîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi armanca zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên bazirganî û aborî di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û bakurê Kurdistanê de, şandeyeke zanîngeha Zew-Wan û odeya bazirganî li wanê serdana wezareta darayî a hikûmeta Kurdistanê kir û ji aliyê Bayîz Talebanî wezîrê darayî ve hatin pêşwazî kirin.

 Di civînekê de, şandeya mêvan got ku, ew dixwaz in têkeliyên xwe yên di warê abzirganî, aborî û kulturî de pêş bixin.

 Wezîrê darayî û aborî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de qonaxa nuha ya têkeliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê bi qonaxeke zêrîn wesif kir û hêvî kir ku, ew têkelî zêdetir di xizmeta her du aliyan de pêşbikevin.

 Talebanî got ku, deriyên wezareta darayî bo xelkê bakurê Kurdistanê vekirîne

Nûçeyên têkildar