26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Alîkariyên Îtaliyayê bo penaberên Rojava berdewam dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kudistanê, li bajarê Hewlêrê digel Karmîlo Fîkara berpirsê ofîsa sefaretxaneya Îtaliyayê ya li Hewlêrê û şandeya pê re civiya.

Di civînê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bû,  Mistefa behsa serdana vê dawiyê a şandeya fermangeha têkeliyên derve bo Îtaliyayê kir û li hember wê alîkarî û hevkariya bi nûneratiya hikûmeta Kurdistanê re tê kirin, sipasiya hikûmeta Îtaliyayê kir.

Berpirsê têkeliyên derve behsa wan alîkariyên Îtaliya bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê dike ku, heta nuha bi buhayê 300 hezar euro tişt bo wan penaberan kirîne kir û ew helwesta hikûmeta Îtaliyayê sipas kir. Di vê çarçoveyê de berpirsê ofîsa sefaretxaneya Îtaliyayê a li Hewlêrê got ku, di sala bê de ew dê zêdetir alîkariyan pêşkeşî penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bikin.

Di civînê de behsa bernameyek hevbeş bo çalakiyên sala nû hat kirin û tekîd li ser peymana lihevtêgehiştinê a di navbera komeleya Îtaliya bo karûbarên navdewletî SIOI a ser bi wezareta derve a Îtaliyayê ve û femangeha têîkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê aht kirin.

 

Nûçeyên têkildar