25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Demîrtaş: Kurdên her 4 perçeyên Kurdistanê dê rizgar bibin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehaddîn Demîrtaş, di mîtînga li Cizîrê ya li dijî "Dîwarê Şermê" û têlen li ser sînorê Roboskiyê ten avakirin de diyar kir ku, Kurdên her 4 perçeyên Kurdistanê dê rizgar bibin.

 Demîrtaş, di mitîngê de diyar kir ku destûr nadin ku li ser gelê kurd zilm bê meşandin û wiha got: " Ger ku kurd azad bibin, dê li 4 perçayên Kurdistanê kurd azad bibin."

Li gorî ajansan, Navenda Giştî ya BDP'ê, bi armanca şermezarkirina têlên li sînorê Roboskî hatine danîn û "dîwarê şermê" yê li Nisêbînê, duh yekşemeya (22.12.2013) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê mîtîng pêk anî.

Di mîtîngê de bi dehhezaran welatî li qada ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kombûn. Girseya ku li ber avahiya partiyê kom bûn û heta qada mîtîngê meşiyan. Li qada mîtîngê welatî li ber stranan govendê gerandin. Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenter û endamên BDP'ê jî beşdarî mîtîngê bûn.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî girse silav kir û êrîşên li dijî Gelê Rojava pêk tên şermezar kir. Demîrtaş, da zanîn ku çeteyên li dijî gelê Rojava êrişan pêk tînin hêza xwe ji Tirkiye û welatanên ewropa dikin. Hêzên serdest li Rojava Kirdistanek azad naxwazin. Kesên ku azadiya gelê Rojava naxwazin, hewl didin ku hemû alîkarî û piştgiriyê ji ser gelê Rojava qut bikin. Gelê kurd li her derê destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava dike. Kesên alîkariya li ser gelê Rojava asteng dikin, pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan qebûl nakin. Li wir Kurdistanek azad naxwazin. Ji bo me li vir Nisêbîn çiye Qamişlo jî heman tişt e. Cizîra Botan jî ji bo me heman tişt e. Ger ku îro li ser Qamişlo ambargo hebe li ser hemû gelê kurd heye. Em destûr nadin ambargo û zexta li ser gelê Rojava. Ger ku azadiya kurdan hebe, divê 4 perçayên Kurdistanê bi hevre azad bibe. Gele kurd dê di bin navê Desteya Bilind a Kurd de beşdarî konferansa Cenevre 2 bibin."

Nûçeyên têkildar