26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em daxwaza yekîtiya tevahiya hêz û aliyên Kurdistanî dikin

Çavkanî: KDP.info

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi parlementerên berê yên lîsteya PDKê re civiya.

 Duh 22/12/2013 li Hewlêrê Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi parlementerên berê yên parlementoya Kurdistanê ên ser bi lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiya.

 Di destpêka civînê de Nêçîrvan Barzanî sipasiyên PDKê û Serok Barzanî pêşkêşî wan parlementaran kir ku, di çar salên derbasbûyî de weke parlementar karên xwe cîhbicîh kirine û di warê xizmet kirina gelê Kurd de roleke berçav lîstine.

 Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de serkeftin ji wan parlementaran re xwest û eşkere kir ku, kar û çalakiyên wan di devra sêyem ya parlementoya Kurdistanê de cihê rêz û hurmetê ye û di demên pêş de jî ji ezmûn û psportiya wan wê fêde were wergirtin.

 Cîgirê Serokê PDKê herwiha eşkere kir ku, qonaxeke nû hatiye holê û erka hikûmet û parlementoya Kurdistanê jî zêdetir û berfiretir bûye û em daxwaza yekîtiya tevahiya hêz û aliyên Kurdistanî dikin ku, yek deng û yek helwest bin daku, bikaribin bi wan metirsiyan re rûbirû bibin ku, rastî Kurdistanê tên.

 Nêçîrvan Barzanî herwiha rageyand ku di rojên bê de dê ligel hemû aliyan pêkve kar bikin û got: " Ewlewiyeta me ya yekem ewe ku li tevahiya aliyan de xizmeteka baştir ji welatiyên herêma Kurdistanê re bikin, ji bo vê sedemê jî pêdiviya me bi rewşeke aram ya siyasî heye."

Nûçeyên têkildar