26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Televizyona zarokan “Zaro Tv” li Hewlêrê hat vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Li Herêma Kurdistanaê, televîzoyneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê hikûmetê ve hat vekirin. Televîzyon bi navê Zaro TV ye û duh dest bi weşanê kir.

 Li bajarê Hewlêrê di rêûresmekê de bi amadebûna wezîrê rewşenbîrî û lawan û wezîrê karûbarê civakî tevî parêzgarê Hewlêrê û hejmarek parlemanteran, avahiya kanala asmanî (Zaro Tv) hate vekirin û her duh yekşeme pexşa ezmûnî destpê kir.

 Ev televizyone taybete bi bernameyên zarokan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat avakirin û dê bi kurmancî, soranî û zazakî bernameyên xwe biweşîne.

 

Nûçeyên têkildar