Girtiyên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hatin berdan

Hewlêr-KDP.info/ Hemû girtiyên Rojhilatê Kurdistanê ku bi tometa êrişa bo ser konsulxaneya Êranê ya li Hewlêrê hatibûn girtin, bi biryara dadgehê serbest hatin berdan.
Duh yekşema 22/12/2013 her 6 girtiyên Rojhilatê Kurdistanê ku di zindana bajarê Hewlêrê de bûn bi kefalet hatin azad kirin.
Roja înê 8-11-2013, hejmarek xwepêşanderên ku xwepêşandanek li dijî sêdaredana lawên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Êranê ve saz kiribûn, êrişî ser avahiya Konsulxaneya Êranê ya li Hewlêrê kirin û avahiya konsulxaneyê kevirbaran kiribûn. Piştî ewê êrişê 8 kes ji rêkxerên xwepêşandanê bi tometa êrişkirina ser konsulxaneya Êranê hatin girtin.
Di 17ê evê mehê de 8 girtiyên ku serpereştiya xwepêşandana li Hewlêrê de hatibûn girtin, li pêşberî dadweriya Herêma Kurdistanê amade bûn û li gor qanûna xwepêşandanan a Herêma Kurdistanê dadwer biryar dabû 2 girtî ji wan bihêne berdan û 6 girtiyên din li gor benda 222 a qanûna cezakirinê ya Iraqê di zindanê de mabûn.




