26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rojnameya Independent: Barzanî yek ji serkeftîtirîn serkirdeyên Rojhilata Navîn e

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Rojnameya Independent a Brîtanî dibêje ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji serkirdeyên lêhatî û bi ezmûn ê Rojhilata Navîn e.

Rojnamevan û Nivîskarê rojnameya Brîtanî ya The Independent, Patrîck Cockburn, di nivîsa xwe ya duh de pesnê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daye û Barzanî wek "yek ji ser lîderên salê yên Rojhilata Navîn" bi nav kiriye.

 Nivîskarê rojnameya Brîtanî ya The Independent ê bi navê Patrîck Cuckburn, ku bi salan e di karûbarên Rojhilata Navîn de kar dike, di nivîsa xwe ya duh ya bi navê "Gelo Lîderê Salê yê Rojhilata Navîn Kî ye?" behsa serok û lîderên Rojhilata Navîn û “lîderê salê” yê vê deverê kiriye.

Patrîck Cuckburn, pesnê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daye û gotiye Barzanî yek ji biezmûntirîn û jîrtirîn serokên Rojhilata Navîn e.

 Cuckburn behsa xebata dûr û dirêj a Barzanî dike û dibêje ku xebata Barzanî tijî hevraz û berjêr e wiha dinivîse: " Lê Barzanî kariye hevsengiyê di navbera Êran, Amerîka, Tirkiye û hikûmeta navendî ya Iraqê de çêbike, bêyî ku bibe qurbanê vê yekê yan jî darê destê wan dewletan."

 Wî rojnamevanê înglîz, behsa serdana Serok Barzanî ya Amedê jî kiriye û wiha aniye ziman: " Di arîşeya germ a navbera kurd û tirkan de jî Barzanî li bajarê Amedê ku wek paytexta Kurdistana Tirkiyê tê nasîn, bi kincên kurdî li kêleka (serokwezîrê Tirkiyê) Erdogan sekinî û li wir behsa biratiya kurd û tirkan kir. Ew dîmen yek ji balkêştirîn dîmenên salê bû."

 Li gorî Patrîk Cuckburn, rewşa û mercên deverê li Tirkiye, Iraq û Sûriyê li gorî berjewendiyên kurdan tê guhertin û dibe ku kurd serxwebûna xwe bidest bînin.

 Derheqê taybetmendiyên din ên Serok Barzanî de, Cuckburn gotiye ku berovajî serok û lîderên din ên serkeftî, Barzanî mirovekî realist e û heta di rewş û mercên baş de jî destê xwe dirêjî karûbarên yên din nake û saleke tijî serkeftin derbas kiriye.

Nûçeyên têkildar