26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bizava Barzanî bo rêkxistina navmala kurdî li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya Evro/ Parêzer û siyasetmedarekî kurd li bakurê Kurdistanê di hevpeyvînekî de ragehand ku bizava serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo rêkxistina navmala kurdî li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye û divê aliyên siyasî li Rojava li dûv berjewendiyên netewî tevbigerin û pêk ve bo azadî û parastina deskevtan kar bikin û sebaret bi rewşa Tirkiya û pirsa kurdî li wî welatî jî parêzerê kurd dibêje: " Barzanî niha rolekî serekî bo çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiya digêre û Barzanî Tirkiya han dide da ku pirsa Kurdî bi rêyên aştiyane bihête çarekirin."


Sebahedîn Korikmaz parêzer û siyasetmedarê Kurd li bakûrê Kurdistanê di hevpeyvînekê de ragehand ku delîveyeka zêrîn li Rojavayê Kurdistanê ji bo kurdan dirust bûye û divê kurd mifayê ji vê delîveyê werbigirin û di hemû qadên siyasî û jiyanê de berjewendiyên bilindên netewî bi parêzin û got: " Îro serokê herêma Kurdistanê rêzdar Barzanî mêhvandariya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike û merema rêzdar Barzanî mifa wergirtina kurda ne ji vê qonaxa guncay û naxwaze ew delîveya zêrîn ji destê kurdan derkeve û bo vê çendê bizavên wî cihên rêzê û şanaziya her kurdekî ye."
Li ser konfransa Cinêv û Desteya Bilind a kurd û xweseriya dîmokiratîk jî Korikmaz diyar kir ku sê mijarên giringin bo kurdan hene û got: " konfransa Cinêv2 bo bi fermî bûna mafên kurdan navenda herî giringe û divê kurd bi yekrêzî û bi yek bername pişkdariyê têde bikin û li dûv rêkikevtina Hewlêrê Desteya Bilind a kurd zindî bikin û pêk ve rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bikin ji ber ku her sê xal jî bi hevdu re girêdayne bo serkevtina kurdan, li hevkirina li ser van her sê xalan meseleyekî jiyanî ye."


Li dor pirosêsa aştiyê ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî parêzerê kurd diyar kir ku heta niha ne li ser astê pêdivî be jî destpêkirin û birêvebirina pirosêsa tiştekî gelek baş e û divê herdu alî bi rengekî stiratîjî xwe nêzîkî aştiyê û çareserkirina pirsa kurd bikin û got: " Destpêkê pêdivî ye PKK xwe bi temamî ji hizra şer û çekdariyê dûr bike û hemû xebatên veşartî û ne qanûnî rawestîne û di vê biyavê de xwe zelal bike û hikûmeta Tirkiyê jî li gel Ebdula Ocelan û nûnerên kurdan dest bi danûstandinên vekirî û şefaf bike û pêngavên mezin û wêrek bavêje û di destpêkê da hemû girtiyên ji doza (          KCK) azad bike û bi vî rengî niyet pakiya xwe nîşan bide, heke her du alî bi vî rengî nêzîkî hev bibin ez bawerim dê gelek bi asanî pirsa kurdî çare bikin û pirosêsa aştiyê serbixînin."

 

Li ser perlemantarên kurd yên zindanî kirî jî parêzer û siyasetmedarê kurd Sebahedîn Korikmaz ragehand ku dadgeha distûriya bingehîn ya Tirkiyê çend roj berê perlemantarê girtî yê ser bi parta komariya gel CHP Mistefa Balbay azad kir lê heman dadgehê daxwaza serbest berdana pênc perlemantarên kurd yên girtî red kir û bi biriyara xwe qanûnên xwe binpê kir û got: " Li Tirkiyê dadgeh ne li dûv qanûnan kar dikin, belku li dûv nasnama kesan biriyaran diden û evu yek bê dadiweriyê dirust dike û li hember pirosêsa aştiyê jî dibe asteng û wîjdana civakê birîndar dike û baweriya bi dadgeh û dadiweriyê jî di demekê wesa da jinav diçe, ji ber vê yekê jî bo serkevtina qonaxa aştiyê divêt hemû girtiyên ji doza (KCK) û serokên bajêrivanî, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û perlemantarên girtî di demekî herî nêzîk da bihêne serbest berdan û dadgehên taybet bihêne jinav birin û qanûna dijî tîror ji distûra bingehîn bihête derxistin."


Di dûmahiya axivtina da xwe sebahedîn ew yek jî diyar kir ku seredana Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Amedê seredaneka gelek serkevtî bû û ne bi tenê bo herêma Kurdistanê belku Bakurê Kurdistanê jî qezencên mezin derxist holê û got: " Bêguman dê di paşerojê da encamên giring ji seredana rêzdar Barzanî bihêne dîtin û ez bawer dikem peywendiyên germ yên Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê dê hikûmeta Tirkiyê han bide da ku pirsa kurdî bi danûstandinan çare bihête çarekirin û ji ber hindê jî divê hemû kurd rolê giring û dîrokê yê serokê herêma Kurdistanê bibînin û xwandineka rast bo bizavên wî yên rêkxistina navmala kurdî bikin, çunku Barzanî wê dike ya ku di berjewendiya hemû kurdan de be."

Nûçeyên têkildar