26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê girtina Gebriyêl Mûşê şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info/ Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girtina berpirsê Polîtbîroya Rêxistina Aşûrî ya Demokrat Gebriyêl Mûşê şermezar kir.

Gebriyêl Mûşê di 19ê vê mehê de ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de tevî ku girtina Mûşê şermezar kir, daxwaz kir ew û hemû girtiyên nêrînê li Sûriyê serbest bêne berdan

Nûçeyên têkildar