26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo karesata geliyê Zaxo

Çavkanî: KDP.info

Bi xem û kovaneke mezin ve êvariya roja çarşem 18.12.2013 li encama rûdawekî diltezîna hatin û çûnê û agirpêketina li ser rêya Zaxo - Dihok hejmarek hemwelatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarekî din jî birîndar bûn.

Pir bi dil serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên vê karesatê dikim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên vê rûdawê dixwazim. Xelkê xebatgêr û serbilindê Zaxo rolekî bilind li şoreş û qurbanîdanê li gelê Kurd de hebûye. Cihê daxeyê salane rûdawên bi vî awayî dibê sedema azardana xelkê qehreman û şehîdperwerê devera Zaxo. Pêwîste dam û dezgehên peywendîdar hemû hewlên xwe bixin holê ku karesata diltezîna geliyê Zaxo êdî dûbare nebê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.12.2013

Nûçeyên têkildar