Kanada nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê vedike

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Birono Sakomanî sefîrê kanada yê Îraqê û şandeya pê re kir.
Di civînekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyênderve amade bû, sefîrê kanadayê behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew hatine Kurdistanê daku haydarî rewşa herêma Kurdistanê di hemû waran de û rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bibin. Sefîrê Kanadayê got ku, li herêma Kurdistanê derfetên baş hene ku, sektora taybet û kompaniyên kanadayî karî tê de bikin.
Sefîrê kanadayî got ku, welatê wî dê berdewam alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bike û pabendbûna welatê xwe bi xurtkirina têkeliyan digel Îraq û herêma Kurdistanê dupat kir û got ku, hikûmeta Kanadayê biryar daye sefaretxaneya xwe li bexdayê û nûneratiya welatê xwe li herêma Kurdistanê li Hewlêrê veke û wek pêngava yekem hikûmeta Kanadayê dê ofîsa bazirganiyê li Hewlêrê veke.
Sefîrê kanadayî got ku, dema ew vedigerin welatê xwe ew dê raporeke taybet li ser herêma Kurdistanê pêşkeşî hikûmeta xwe bikin û di demek nêzîk de dê şandeyeke mezin a bazirganî serdana herêma Kurdistanê bike.
Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, hikûmeta Kanadayê gelek xebat kir ku, têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re xurt û berfireh bikin û ev yek jî cîyê sipasîyê ye. Mistefa got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li biryara vekirina nûneratiya welatê Kanadayê li Kewlêrê dike û hikûmeta Kurdistanê jî dixwaze têkeliyên xwe yên bi Kanadayê re bibe di qonaxeke pêşkeftîtir de




