26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Newaf El-Faris: ne dûre ku rejîma El-Esed çekên Kîmyayî bikar bihêne

Çavkanî: KDP.info

Balyozê Sûriya li Iraqê Newaf El-Faris ku heftiya çûyî ji rejîma Sûriya li Baxdadê paytexta Iraqê cuda bû, li Dewha paytexta Qeter di hevdîtinekê de ragihand ku heger rejîma Sûriya rastî êrişê were dê çekdên kîmyayî bikar bîne.

El-Faris di hevpeyvînekê de digel BBC ku li paytexta Qeterê Dewha hatiye encamdan, got, “Hin raportê amade dikin ku ew çek hatine bikaranîn.”

Balyozê Sûriya yê cudabpyî rejîma Sûriya bi wê yekê jî gunehbar kir ku li pey teqînên mezin ên li bajarane û got, “Desthilatên Sûriya endamên Qaîde ji bo encamdana wan teqînan bikar tîne.”

El-Faris tekîd kir ku Esed ne bi zorê be dest ji desthilatê bernade û amade ye gelê Sûriya hemûyî ji nav bibe.

Navhatî got jî, “Rejîma Sûriya dê her biruxe,  hikûmeta Sûrya dê di demeke kin de hilweşe, ez hêvîdarim rejîm demeke dirêj nemîne daku qurbanî kêm bin.”

Nûçeyên têkildar