Berpirsekî Turkîya: bazirganîya me digel herêma Kurdistanê qanûnîye

Hukûmeta Turkîya dawakarîyên berpirsên Baxdadê ji bo wernegirtina petrola herêma Kurdistanê ret dike û dibêje, ev corên bazirganîyên han yên ku navbera Enkare û Hewêlrê tê kirin qanûnî ye.
Di evê derbarê de li gorî rojname Hurriyet a Turkî, berpisekî bilind ê Turkîyayê ragihand, ku " heger ti arîşeyeka sîyasî di evê derbarê de heba bêguman me petrola herêma Kurdistanê wernedigirt."
Çend rojekî berî niha wezîrê wizeyê Turîya Taner Yildiz ragihand, ku ev bazirganîya han a ku di navbera hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta Turkîya dest pê kirîye bi ti awayî li dijî qanûnê nîne.
Wek tê xuyakirin, ku bêjedana berpirsê Turkîya paş evê çendê hat ku, bêjedarê hukûmeta Iraqê Elî Dabax bi rêya belavkirina beyannameyekê ve ragihandibû, ku pêdivîye hukûmeta Turkîya dev ji wergirtina petrolê ji herêma Kurdistanê bihêne.




