26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mistefa: Li herêma Kurdistanê derfetên baş bo pêşkeftinê hene

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kudistanê, li bajarê Hewlêrê li avahiya fermnageha têkeliyên derve pêşwazî li Cenetî Sepên sefîra Holendayê ya Îraqê û şandeya pê re kir.

 Di civînekê de ku, Kêlder Haws berpirsê ofîsa sefaretxaneya Holendayê a li Hewlêrê û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bûn,  berpirsê têkeliyên derve helwesta hikûmeta Holendayê di piştevaniya gelê Kurdistanê û qebûlkirina hiujmareke zêde a penaberên kurd li  bilind nirxand.

 Mistefa behsa rewşa herêma Kurdistanê û guhertinên di warê siyasî û aborî de çêbûne kir û got ku, rola kompaniyên biyanî di pêşkeftina aborî û bazirganiya herêma Kurdistanê  rolek mezin e û hîvî kir ku, kompaniyên holendayî jî sud ji derfetên herêma Kurdistanê hene werbigire û beşdariyê di avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.

 

Sefîra Holenda ya Îraqê  ew pêşkeftinên li herêma Kurdistanê di warên cuda de bidest ve hatine bilind nirxandin û wê herêma Kurdistanê bi herêmeke aram wesif kir û tekîd li ser berfirehkirina têkeliyên navbera Holenda û herêma Kurdistanê kir.

Pirpsesa pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê û xebatên ji bona pêkanîna hikûmeteke koalisyon ku, nûneratiya hemû pêkhatên bike mijarek din a civînê bû.

Nûçeyên têkildar