Şandeke Hevpeymaniya Niştimanî li Hewlêrê ye û dê ligel Serok Barzanî bicive

Hewlêr-KDP.info/ Şandeke Hevpeymaniya Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê bi serokayetiya Ehmed Asî El-Cerba duh gihişte Hewlêrê û biryare digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.
Li gorî malpera ciwanekurd.net ew şand pêkhatiye ji endamê Tevgera Ciwanên Kurd Sîpan Ehmed, Ebdulbasit Seyda, Farûq Teyfûr, Salim Mislit, Selah Derwîş û Mûna Mustefa.
El-Cerba û şanda ligel li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistanê di Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî û çend endamên Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve hate pêşwazîkirin.
Endamê Tevgera Ciwanên Kurd û Hevpeymaniya Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê Sîpan Ehmed, ragehand ku dê îro digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin.
Sîpan Ehmed tekez kir ku, şanda Hevpeymaniya Niştimanîya Opozîsyona Sûriyê herwiha dê serdana çend kampên koçerên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bike.
Sîpan Ehmed got: " Serdana El-Cerba li ser vexwandina fermiya serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bûye. Ehmed herwiha ragihand: " Mebest ji serdana me bo Herêma Kurdistanê, girîngîdan bi rewşa penaberên Sûrî yên li Kurdistanê û herwiha guftûgokirin di bareya çend pirsên dinên peywendîdar bi Sûriyê û deverê li gel berpirsên Hêrma Kurdistanê ye."




