26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatîya Herêmê: Malikî roj bi roj ber bi dijwarîyê ve diçe

Çavkanî: KDP.info

Serokatîya herêma Kurdistanê bersiva bêjedana dawîya serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî da, ku wî di dêrendazeya ahinga derkeftina xûla şêstemîna efserên Kolîja Polîsên de ragihandibû.


Eve jî tekesta evê beyannameyê:

Mixabin ti roj naçe heger serokê wezîrên Iraqê birêz Nûrî Malikî bi xwe pêşanade û çend alîyên din ji mebest û pilanên xwe ve nêzîk neke, ji bo serbazkirina civaka Iraqî û pena birin ber bi bijarên dijwarîyê ve û weku amrazekî bo gehêştin bi armancên sîyasîyên xwe bikarbihêne.

serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî di dêrendazeya ahinga derkeftina xûla şêstemîna efserên Kolîja Polîsan gotara xwe xwend û tê de bi henaseyeka gefayî gotarên xwe arasteya Iraqîyan ji bakur heta başûr kir, herweha tê de zimanê lêdan, zebirî, tundî,  dijwarî û gefkirinê bikar anî weku ku welat ti dadgeh û pêkhatên yasa tê de nîne.

Me ji niha ve helwêsta xwe ji bo hevpişkên xwe di derbarê evan gefan de derbirîye û me metirsîya xwe jî li hember evê çendê daye nîşandan û me gotîye, pirosesa demokrasîya Iraqê rastî metirsîyekê bûye.

Ew tiştên ku Malikî di gotarên xwe de eşkere kirîye ti gumanek tê de nîne ku roj bi roj zêdetir reftara takrawîya wî ber pêşve diçe û dijbere digel bingehên demokrasîyê û hevpişkatîyê li welêt, di encama ewê riftarê de jî metirsîyeka mezin bi ser bihevrejîyanê û pêşeroja demokrasîyê tê encamdan û pêşeroja demokrasîyê li welê tê şikandin.

Ji ber evê çendê bi sûnda ewên qurbanîyên me daye û evand destkeftîyên Iraqîyan bi hemû pêkhatîyên cudayên me, em ji nûve helwêsta xwe radighênin û em hoşdarî didine Nûrî Malikî serokê wezîrên Iraqê, ku ev riftara han dibe sedema ji navbirina hemû destkeftan û hemû hêvîyên arazoyên Iraqîyan jî  nav diçe.

Ew tiştên Nûrî Malikî di gotara xwe de behsê kirîye bo bikarhênan zimanê gefê û pena birin ber bi hilbijartinên din careka din destûrê bin pê dike, ji ber evê çendê em banga hemû hêzên demokrasîxwaz, hevpişkên sîyasî, hemû çînên civakê û bi taybetî ewên rewşenbîrî dikin, bi awayekî hayadarî biçine ber ew tiştê ku li welêt çêdibe û piştivanîya proseya bingeha demokrasîyê bibin û li hember ew hizrên takrawî derkevin ewên dixwezin fikira dîktatorîyetê careka din vegerîne.

D. Omîd Sebah
Bêjedarê fermîyê serokatîya Herêma Kurdistanê
17/07/2012

Nûçeyên têkildar