Çar parlemanterên Tirkiyê dest bi rojiya birçîbûnê kirin
Tirkiyê-KDP.info/ Duh 17/12/2013 çar parlemanterên Partiya Demokrasiya Gelan HDPê, li Parlemana Tirkiyê dest bi çalakiya rojiya birçîbûnê kirin, pişt re du parlemanterên BDPê jî tevlî wan bûn.
Li gorî ajansan, hevserokên HDPê Sebahat Tûncel, Ertûgrûl Kurkçu û parlamenterên HDPê Levet Tuzel û Sirri Sureyya Onder, ji bo serbest nekirina parlemanterên BDPê yên di zîndanê de ne û ji bo vê yekê şermezar bikin, li hola civata giştî ya Parlemana Tirkiyê dest bi çalakiya rojiya birîçîbûnê kirin.
Hevserokê HDPê Kurkçu di çalakiyê de diyar kir ku biryara dagehê ya li dijî parlemanterên BDPê derbeyeke li sîstema hiqûqa pêşverû ye, her wiha Kurkçu ragihand ku dê çalakiya wan di tevahiya hevdîtinên li ser butçeyê de berdewam bike.
Ji aliyekî din du Parlemanterên BDPê ragihandin, ew jî tevlî vê çalakiyê dibin, Parlementerê BDPê yê Mûşê Demir Çelîk û Parlementerê BDP a Wanê Ozdal Ûçar jî beşdar bûn.




