Zêbarî: Gelên sûriyê xwediyê biryara dawiyê ne

Ajans-KDP.info/ Wezîrê derve yê Iraqê ragihand ku eger xelkê Sûriyê bi xwe nebe kes nikare kêşeya Sûriyê çareser bike, jibo wê jî hemû bijarde li pêşiya gelê Sûriyê vekirî ne û got: " Gelên sûriyê xwediyê biryara dawiyê ne li ser proseya bidestxistina desthilatê li welatê xwe."
Di kongireyekî rojnamevanî ya hevbeş li gel hempîşeyê xwe yê Kuwêtî de Hoşyar Zêbarî ragihand: " Ez ne di wê baweriyê deme gelê Sûriyê razî bê ku Dewleta Îslamî ya Êraq û Şam DAIŞ yan Bereya Nusre yan her grupekî din ya tundrew hukimraniyê bike."
Hoşyar Zêbarî got: " Gelên sûriyê xwediyê biryara dawiyêye li ser proseya bidestxistina desthilatê li welatê xwe."
Wezîrê derve yê Iraqê aşkira kir ku, armanca sazkirina kongireya Cinêv 2 ewe ku bi awayekî aştiyane bidestxistina desthilatê ye li Sûriyê û got: "Gelê Sûriyê li ser çarenivîsa xwe bi xwe wê biryar bide û ewê wan aliyan hilbijêre ku wî welatî birêve bibe."




