Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Qonyayê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara duh (17.12.2013) li bajarê Qonyayê digel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan civiya.
Li gor ajansan, di civînê de pirsa şandina petrola Herêma Kurdistan û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê mijarên sereke bûn.
Li gor daxuyaniya Encûmena Wezîrê Tirkiyê, di civînê de her du aliyan tekez kirin ku Enqere û Hewlêr pêgirê rêkeftina enerjiyê ye ya ku di navbera wan de hatiye îmzekirin.
Serdana Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bû.
Li gorî wê daxuaniyê, Receb Teyib Erdogan bi Nêçîrvan Barzanî, El-Nucêfî û Mîqatî re di merasîma bîranîna helbestvan û zanayê navdar Mewlana Celaledîn Rûmî de beşdar bûn




