Îro roja Ala Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info/ Îro roja sêşembe 17/12 roja fermîya Ala Kurdistanê ye û bo şikomendîya Ala Kurdistanê wezareta rewşenbîrî û lawan a hikûmeta Herêma Kurdistanê dê çendîn çalakîyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Hewlêrê saz bike
Di ragihanekê de birêveberayetîya giştîya lawan a ser bi wezareta rewşenbîrî û lawan ragihandiye, ku sibe 17/12 bi boneya roja fermîya Ala Kurdistanê dê çendîn çalakî li seranserê Kurdistanê û bajarê Hewlêr a paytextê Kurdistanê bihên encamdan.
Li gor evê ragihanê sibe zû li ser kelheya Hewlêrê bi amadebûna hejmarek berpirsên hikûmî û rêkxistinên lawan, Ala Kurdistanê bihê bilindkirin. Di heman demê de dê Ala Kurdistanê bi ser xwandinfgehên Kurdistanê de bihê belavkirin.
Herwiha di ragihandê de hatiye, ku cihên giştî û cade dê bi Ala Kurdistanê bihên xemilandin û piştî nîvro jî dê li hola Pêşewa Qazî Muhemd a li Hewlêrê festîvalek bihê sazkirin ku tê de çend hunermend û sitranbêjên Kurdistanê û grûpa niştîmanîya Hewar a ji Rojhilatê Kurdistanê ve beşdar bibin




